24 C
Diyarbakır
Çarşamba, Mayıs 18, 2022

Jİ RAYA GİŞTİ RE: “ EZ Lİ VİRİM.ZİMANÊ MİN Lİ KÛYE.?”

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

Sazumana UNESCO a Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de, roja 21ê Sibatê li Cîhanê wek “Roja Zimanê Zikmakî” beyan kir. Ev şazde sale ku ev roj tê pîrozkirin.

Di 21ê Sibata sala 1952’yan de, hikûmeta Nawend biryar da ku zimanê Urdûyî ,li gel zimanê Bengalî, bibe zimanê fermî. Hikûmeta Pakîstanê vê biryarê ne anî cî. Xwendekarên zanîngehên Bengldeşê li dijî biryara hikûmeta Pakistanê derketin û çalakiyek pêkanîn. Hikûmetê vê çalakîyê bi şêwazek şedat u dijwar temirand.

Çar sal piştî vê tevgera xwendekaran hikûmeta Pakistanê neçar ma ku zimanê Bengalî u Ûrdûyî, digel hev wekî zimanê fermî nas bike.Lewraye ku 21 Sibatê ji wê rojê ve,wek rojek hander u ronakdere ji bo hînkarîya bi “zimanê Zikmak”î.

 

Hînkarî u perwerdekarîya bi zimanê dayîk, mafeke sereke yê “mafê mirovane” u di danezana mafê mirovan de ev yek hatîye niqaş kirin. Komara Turkîyê him danezana mafê mirovan u him jî gelek zagon u beyanên navnetewî pejirandîye u imze kirîye. Li Turkîyê jimara Kurda ji bist milyonan zêdetir e.Lê heyf u mixabin ku zimanê Kurdî hê ne zimanê fermîye u di inkarî u perwerdeyê de nayê bikar anîn.Ev yek jibo demokrasîya Turkîyê rureşî u şermek mezin e.

Yekîtîya Miletan,radigêne ku eger zimanek di perdekarîyê de neyê bikaranîn ew dikeve xetera windabuyînê.Eger desthilatek nehiştibe ku her zimanek bibe zimanê perdekarîyê, ew desthilat bizaneneyî “tevkûjîyek çandî” dimeşîne.Zimanê qedexekiri u zimanên ku di perwerdekarî u hînkarîyê de nayên bikar anîn dibin tehdîtek mezin dane. Mixabin ku zimanê Kurdî îro, di rewşek wiha deye.

Di dewra Osmanîyan de.Kurd xweser bun, xwedî dewlet u xwedî eyal bun.Bi hatina Komarê ve, du yasayên giring hatin derxistin.Yek ji van yasayan” kanuna tevhid u tedrisatê” bu.( Yasaya yekkirina perdekarîyê) ya din jî, yasaya “qedexe kirina tekke u zaviyeyan” ( Daxistina medrese u dibistanên Kurda).Ev herdu yasa jî bo qedexekirina perwerdekarî u hînkarîya bi zimanê Kurdî u daxistina dibistanên Kurdî hatibun derxistin.

Pişti ku elfabeya Aramî hate terikandin, rejimê sala 1928 an bi navê “şoreşa herfan”dev ji elfabeya kevin berda u derbasî “elfabeya latîni” bu. Lê, ji vê elfabeya nû re gotin:” elfabeya Turk”.Lewra ,herçend ku di elfabeya latînîde herfên “Q,X,W” hene jî, ev herf di elfabeya Turk de,cî negirtin. Ji berk u ev herf di elfabeya Kurdî de hene, hê jî, bi fermi ew di elfabeya Turk de cî negirtine.

Sedem sîyaseta nîjatperesta rejîmê îro tîpên Kurdî di elfabeya Turkî de tunenin.Lewra navên Kurdî di pênas u nasnameyan de nema têne nivsandin,Navên eslî yên gund u bajarên Kurdistanê bi rastî nayên nivsandin.

Em wekî Partîya Maf u Azadîyan-HAK-PAR dixwazin ku zimanê Kurdi,bi zimanê Turkî re bibe zimanek wekhev u hevpar.Çî maf u berjewendîyên zimanê Turkî hebin, temamê wan ji bo zimanê Kurdî jî, were naskirin.

Mafê zimanê dayîk mafêk bingehîn a mirovatîyê ye. Ev heq ji Kurdan hatîye dizîn u mafê perwerdekarîya zimanê Kurdi bi zordarî hatiye xesp kirin.Lewra divê ev xesp u dizîn ji holê rabe u Kurdî di perwerdekarîya destpêkê heta zanîngehan bibe zimanê hînbunê.

HAK-PAR dibêje ku divê zimanê Kurdî jî wek zimanê Turkî bibe zimanê fermi.

Zimanê Kurdî ne jibona zarukên Kurda, lê jibona zarukên Turka bibe zimanê bijarter.

Latif EPÖZDEMİR

Cigirê Serokê Giştîyê

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Çarşamba, Mayıs 18, 2022