GÜNCEL

“TEVGERA ŞÊX SAÎD,TEVGERA PARASTİNA MAF U AZADÎYANE”

 “TEVGERA ŞÊX SAÎD,TEVGERA PARASTİNA MAF U AZADÎYANE”

 

Meşalaya ku Şêx Seîd u hevalên wî, berî 90 salan pêxistibun, hê jî,venemirîye.Gelê Kurd heta ku azad nebe, negêje heq u mafên xwe yên seretayî,dev ji tekoşîna azadîyê bernade.

 

Kurd ku damezrênerên esasî yên Komarêne, her wek ku dema Osmaniyan , heta sala 1923’êyan jî,li MMM ( Meclîsa Mezina Milet) bi pênasa xwe dihatin binav kirin. Kurd, Sedem ku bi gotina Mistefa Kemal a ku digot:” Wê xweserîyek herêmî, yan xweserî yan jî tiştek bi van rengan ji Kurdan were dayin” bawerî kiribun heta wan salan bêdeng mabun.Her wiha Mistefa Kemal sala 1925’an di meclîsa Mezin deaxaftinek kiribu u gotibu ku:”Turk, Kurd u Çerkes; em hemu enasirên İslamê pêk tînin.” Hebuna pirdengîya Turkîyê dianî ziman.Lê mixabin ku Mıstefa Kemal piştî demeke kin, van tiştan berba kir u qewlê ku bi Kurda re kiribu, wad u soza ku dabu Kurda zû jibîr kir u dest bi inkara Kurdan kir.Paşî jî, xwest ku komarê bike yekreng u yekdeng ango komarek rengeTurk damezrîne.Piştî sala 1925’an,got ku “ ewên li Turkîyê dijîn, hemu ji miletê Turkin,herkes Turke,Komara Turkîyê Turkan ava kiriyê” Ev yek dihat wê maneyê ku Kurd tunenin u hatine red u inkarkirin. Êdî, Mistefa Kemal dest bi yekrengkirin u Turkrengkirina komarê kiribu.

 

Piştre, mebusên MMM yên wek Xalid Begê Cbrî u Kemal Feyzî,biryar girtin kul i Kurdistanê bigerin u gelê Kurd jderheqê vî qonaxê nu agadar bikin. Ew herdu kes endam u rêvebirên rêxistina” AZADİ” jî bun.Ev rayedarên welathız xwe geyandin Şêx Seîdê Pîranê u vê meselê pêra gengeşî kirin, piştî şêwir u miqaşeyek berfireh li dawîyê ew u Şêx Seîd lihev hatin ku lazime maf u azadîyên ku heta wê rojê derdest bun biparêzin u rênadin ku Kurd werin binpê kirin.

 

Ev tevgera ku di dîrokê de bi navê “Sehildana Şêx Seîd” tên eskirin,13 Sibata sala 1925’an ji Palûyê destpê kir u li Diyarbekir kuta bu.Sedem ku Şêx Seîd bandûr u kontrola tevgerê winda kiribu, dev ji serhildanê berdabu u teslimê hêzên dewletê bibu.

 

Li ser vê yekê rejima Kemalist pişti dadigekirinek sivik a Dadigehâ İstiklalê de,Şêx Seîd u 52 hevalên wî, li Diyarbekir bi dara çinarê ve da aliqandin u gelek aligirên tevgerê avête zîndanê ku ji wan jî gelek kes sedem azar u tedayan u şertên xirap di zindanê de mirin, her wiha gelek kes u malbat jî hatin sirgun kirin u koçebar kirin.

 

Tevgera Şêx Seîd, sedem ku bi hatina rejima İtihad u Teraqiyê u bi desthilatîya Komarê re,xweserîya Kurdan hat binax kirin, sedem ku heq u berjewendîyên netewîyên Kurda hatin inkar kirin, sedem ku,perwerdeya bi zimanê dayik hate qede xekirin,sedem ku li Kurda xedir hatibu kirin u Kurd hatibun xapandin, sedem ku qewil u sozên ku ji Kurda re hatibun dayîn nehatibun cî, sedem derew u dek u dolap u ger u fenên rejima Kemalist ; bi armanca parastina maf u azadîyên Kurda destpêkiribu.

 

Tevgera Şêx Seîd,sedem ku heq u mafên meşrû a gelê Kurd ku hatibun dizîn u zeft kirin u hebun u pênasa miletê Kurd nehatibun nas kirin wek berxedan u narazîbunek gelêrî destpêkiribu.

 

Tevgera Kurda a ku di bin serokatîya Şêx Seîd de sala 1925’an dsetpêkiribu,ji bo nasandin u qebul kirin mafên netewî yên Kurdan bi rejima Turk u her wiha ji bo parastina pênasa Kurd bu.Ji lewra ev tevger, tevgerek heqxwaz u meşru bu.

 

Îro, hê jî, qebra ( gora) bapîrên kurda yên mîna Şêx Seîd, SeyÎd Riza u bedîêzeman Seîdê Kurdî, ne dîyare. Rejima Turkperest sedem parastina mafê turkayetîyê, him serok u rêber u mezinên kurda kuştine u him jî gora wan veşartine.

 

Tevgera Şêx Seîd,tevgera parastina heq u azadîyên Kurda ye.

 

Gelê Kurd wê meşalaya ku sala 1925’an pêxistibu, hê jî, ne vemirandîye.

 

Şêx Seîd di tekoşîna azadîya gelê Kurd de dijî u wê, her tim bijî.

 

Gelê Kurd dixwaze ku gora babîrên xwe ziyaret bike.Ew gorên mezinên kurda ku ji alîyê

rejimê ve hatine veşartin bila derkevin holê.


13.02.2015
Latif EPÖZDEMİR

Cîgirê Serokê Gîştîyê

About Post Author