GÜNCEL

ŞÛRAYA PERWERDEHÎYÊ Bİ FEDÎYÊN XWE VE DEST PÊKİR.

 

Şûraya perwerdehîyê a îsal li Antalya bi şerm u fedîyên xwe ve civîya. Her çıqas Turkîye welat pirçand u pirzimane jî, lê mixabin ku îro hê perwerde “milli” yani “yekvan u Turkvan” e. Hikumet di her hal u mercek de behsa “Turkîya Nû”, “demokrasîya pêşxisti”u “pêvajoya çareserîyê” bike jî, îro di warê perwerde u hînkarîyêde,her wekî bere “nijatperestî u şovenîsti” berdewam e.

Li Turkîyê ji 20 milyona zêdetir Kurd dijîn u hê jî,zarukên Kurda ji heqê perwerde u hînbuyîna zimanê dayîkî bêparin.Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkî, heqek serekeyê mirovbuyînê ye u ev heq di danezana mirovavatî a navnetewî de hatîye dest nişan kirin.Turkîye pir netewe lê, perwerdeya li Turkîyê hêj jî,bi yek zimanî ango  bi Turkî ye.

Partîya me HAK-PAR her wekî k udi hemu warê jîyanê de, her wiha di warê hînkarî u perwerdeyê de ji, jibo ku wejhevîyek nujen, dadwer u demokratik pêk were, bang li hikumetê dike ku rîayeta hiquka navnetewî bike,dev jî siyaseta kevnare berde.

 

Mafê hinbuyîna bi zimanê dayîkî, mafek serekehîyê mirovatîyê ye.Ev maf nayê qedexe kirin u dewir kirin.Lazime rojek zutir dev jî vê sistema perwerdeya îro were berdan u sistemek demokratik, nûjen u pirzimanî were damezrandin.

Bila di perwerdehîyê de dawî li xalên şoven u nîjatperest were

Ji bo her kesî mafê hİnbuyîna bi zimanê dayîkî.

Bijî perwerdeya azad u demokratik  u pirzimanî.

A.Latif EPÖZDEMİR

Cîgire Serokê Giştî

HAK-PAR/Partîya Maf û Azadîyan

About Post Author