24 C
Diyarbakır
Çarşamba, Mayıs 18, 2022

Dost û mirov dı roja hanê da li gel Kobanî divê

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

Dost û mirov dı roja hanê da li gel Kobanî divê.


Îro li Kobanî gelê Kurd erda xwe û namûsa xwe diparêze, lê DAÎŞ zurbeyekî qetilkar û êrişger e.

Pirs ne pirsa terefî û bêterefîyê ye di navbera PKK-PYDê û DAÎŞê da; ev şerê man û nemanê ye, ji bo xelkê Kurd li Kobanî, ku welatê xwe diparêze.

Herçî kesê kul i himber êrişa DAÎŞê bêdeng bimîne, dibe pardar di vê qetlîamê de.

Em helwesta wan dewletên herêmî fêmdikin, ku bi navê Sunne şerekî mezhebî bi rêva dibin û bona vê yekê DAİŞ xwedi kirin, mezin kirin û berdane Kurdan. Lê Yekitîya Milletan li ku ye?

Qetliamek li dijî gelê Kurd çêdibe û gelê me, wek Şengal ji Kobanî jî koçber dibe. Eva curmeke dijî mirovatiyê ye, jenosîd e. Yekitiya Milletan çima bêdeng e û tiştekî nake?

 

NATO dibêje “Emê li himber êrişekê dê Tirkiyeyê biparêzin.” Ma gelo Tirkîye hewcedarî paraztinê ye? Tirkîye xwedi ordiyeke giran e û va ye tank û topên xwe li ser sînor rêz bûne, teyareyên şer jî hazir in bi hewankevin.

Yê ku hewcedarî piştgirî ye gelê Kurd  e. Va ye li ber êrişeke giran e û bêparastin e, ne xwediyê silehên giran e. NATO tu ji vê yekê ra çi dibêjî? Ew çi bêvicdanî û durutî ye?

Herçi dost, bira û însan di roja hanê da xuya dibe û li gel xelkê Kobanî dibe, wekî din vir û derew e.

Kemal Burkay

Serokê Giştî yê HAK-PARê

 

7ê Çirîya Pêşîn, 2014

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Çarşamba, Mayıs 18, 2022