23 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

Ji bo raya gişti

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

 

Em  êrişa ser otoboza me Li Konyayê şermezar dikin

Bila berpirsiyarên BDPê pêşî li van xirabiyan bigrin


 

Duh, 10ê Adarê ber bi êvarê li hêla Konyayê êrişeke teze hat ser partiya me. Dema hevalên me bi otobosa Partiyê kar û xebata hilbijartinê dikirin, tûşî êrişa grûbeke BDPyî hatin. Wan riya otoboza me girtin û kevir avêtin.

Ev bûyer li Konya-Karatayê, li Taxa Saraçoglû pêk hat. Hevalên me van çar rojên dawî li bajarê Konyayê li qeza, gund û taxên wê geriyan, muzîka Kurdî lêdan, durujmên Partiya me bi zimanên Kurdî û Tirkî anons kirin û heya du êvarê tu xirabiyek çênebû. Xelkê bajar û gundan bi germayî pêşiwaziya hevalên me kir. La Taxa Saraçoglû jî gelek Kurd cîwar bûn ku van salên dawî ji Kurdistanê koç kiribûn hatibûn.  Wan çawa muzîka Kurdî û dengê Kurdî bihîstin bi kêfxweşî hatin ba hevalan, xêrhatina wan kirin. Xort û zarok li otobosê sîwar bûn gerîn. Hevalan jî li hin ciyan peya bûn, beyanên partiyê belav kirin û bi xelkê ra sohbet kirin. Di nav hevalên me da Serokê HAK-PARê yê Bajarê Konyayê Osman Saritaş jî hebû.

Lê herhal hin kes jî ji vê eleqeya germ aciz bûn. Piçek şunda grûbek BDPyî bi sê erebeyan hatin. Yek ji wan erebeyan bi sîmbol û durujmên BDP xemilandî bû. Ji erebeyan peya bûn, xwestin êrişî hevalan bikin. Hevalên me nexwestin xirabiyek çêbe û bi otobosa xwe meşiyan. Lê wan erebe dane ber pihn û kulman, kevir avêtin. Bi wê jî neman, bi erebeyên xwe bi dû otobozê ketin û xwestin riya wê bibirin. Lê bi ser neketin.

Piştî êrişa Wanê eva êrişa duwemîn e dijî Partiya me ku bi destê hevalbendên BDPê çêbû. Berpirsên BDP dijî bûyera Wanê dengê xwe dernexistin. Eger wan ew bûyer şermezar bikira va yê duduyan çênedibû.

Tiştekî gelek balkêş e, van rojên dawî li Rojhilata Tirkîyê, li bajarên wek Urla, Aksaray û Fethiye êrişên faşîzane tên ser BDP û HDP (Partiya BDP bi çepê Tirkan ra). Bona vê yekê BDPyî û HDPyê acizîya xwe nîşan didin, dibêjin eger hukumet pêşî li van bûyeran nagire ew jî dibe şirîkê van êrişan. Her usa jî dibêjin emê ji Konseya Ewrûpê bixwazin bila ji bo hilbijartinê çavnihêran bişîne Tirkiyê. Baş e, ew çima lı himber ênişgeriya hevalên xwe dernakevin. Gelo em jî li himber êrişên wan ji Hukumeta Tirk bixwazin ku pêşî li van bûyeran bigre, yan ji Konseya Ewrûpê çavnihêran bixwazin?..

Em cardin hêvî dikin berpirsiyarên BDP û HDPê li gel van êrişan nîn in. Eger usa ye hîn ku bûyerên xiraptir çênebûne divê helwesteke zelal bigrin û van êrişan gunekar bikin. Ne usa, ew jî dibin şirîkê van êrişan û bi gotinên wan tu bawerî nabe di derheqa mafên mirovî û demokrasîyê da.

Gelek caran hatiye dîtin ku mezlûm diguhurin dişibihin himberê xwe. Divê hevalên BDP vê şaşîyê nekin.

Em wek HAK-PAR careke din hemû êrişên hanê ku dixwazin pêşî li kar û xebata partiyan bigrin bi xurtî rexne dikin û ji hemû kesan dixwazin ku bi berpirsiyarî hereket bikin.

Kemal Burkay

Serokê Giştî yê HAK-PARê

11 Adar 2014

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022