23 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

KOMARA KURDİSTANÊ A MİHABADÊ, RÛYÊ PÎROZ A DİROKA KURDİSTANÊ YE

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

Roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya nemir Qadî Mıhemmed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Îsal bu 76 sal ku ew Komara netewî a Kurdistanê hatibu ava kirin.

Damezrêner û avakar û pêşengê Komarê Komeli Jiyannewey Kurd / JÊKAF bu. JÊKAF piştî demeke kin xwe veguhast û bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, PDK-Î : HDKÊ wek rênîşander û parêzgerê Komara Kurdistanê ya Mahabadê saz bu.

Heyf ku temenê Komarê 11 heyv ajot. Lê, di maweyê vî yazde heyvî de, gelek nirx û hêjanên miletê Kurd hatin xûlqandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê ji alîyê Neteweyên Yekgirtî (NY), Miletên Yekbûyî ve, bi fermî hatîbu naskirin.

Rejima dirinde a Îranê, piştî vekêşana Ertêşa Sor hêriş bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qadi heta axirîn nefesa xwe di meqamê xwe de wek miroveke serbilind li ber xwe da. Lê bêmecal û bê pal û pişt ma, civaka navnetewî a cîhanê û sazîya Miletên Yekbûyî li pişta Kurdan ne sekinin.

Dewleta dagirker, Komara Kurdistanê dorpêç kir û hilweşand. Serokkamar Qadî  Mıhemed û Serokwezîr Hacî Babaşêx û wezîrê parastin û berevanîyê Seyfî Qazî ji alîyê rejima zordar a Îranê ve roja 31’ê Adara sala 1947’an, hatin idam kirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin.

Di 76.min salîya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.

Komara Kurdistanê a Mihabadê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.

Rûhşad bin Qadî Mıhemmed û hevalên xwe.
Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike. 31.03.2022

NİVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ YA
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAKPAR

Post expires at 2:28pm on Perşembe Mart 31st, 2022

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022