25 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

HAK-PAR: Roja Ala Kurdistanê pîroz be!

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

HAK-PAR: Roja Ala Kurdistanê pîroz be!

Jİ BO ÇAPEMENÎ û RAYA GİŞTÎ

Îro, 17/12 roja ala Kurdistanê ye. Ev roja netewî, cara yekem di sala 1999a de bi biryar û yasayeke Hukumeta Herêma Kurdistan hatîye destnîşankirin û li her sal li her derê welat û dervayî welat tê pîroz kirin.

Al, remz û sembola milletan e. Sembola Kurdistanê, ku wek ’’Ala rengîn’’ tê bi navkirin, xwedîyê dîrokeke kevn e. Ala Kurdistan, ji rengên kesk û sor û zer û spî berîteye. Di navê de rojek heye. Ew reng û remzên di Ala Kurdistanê de henin, di hemu serhildan û buyerên netewî yên gelê Kurd de hatine bikaranîn. Dema tevgera Şêx Seîd de, di dema Şêx Mehmud û di dema İhsan Nurî Paşa de bi hinek cudahîyên piçûk hatiye bikaranîn.

Ji sala 1946’an de, dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de Ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebulkirin. Piştî biryara Hukumeta Herêma Kurdistanê oja 17ê meha 12 a wek ’Roja Ala Kurdistanê’’ bi şêweyekî resmî tê pîrozkirin.

Em, wek Partîya Maf û Azadîyan, Roja Ala Kurdistanê bi dilgermî pîroz dikin.
HAK-PAR şanazî û kubarî bi Ala Kurdistanê dike.

Her bijî Ala Kurdistan

Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022