23 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

Jİ BO AZADÎ, AŞİTÎ Û DEMOKRASÎ, NA!

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakika

Jİ BO AZADÎ, AŞİTÎ Û DEMOKRASÎ, NA!

Tirkîye 35 sal e ku bi Destûra (Qanûna Esasi) ya 1982 tê îdarekirin. Ev destûr bi destê Cunta Eskerî ya 12 îlonê bi darê zorê li ser gel hate ferzkirin.

Ew hukumetên sîwîl ku piştî Cuntayê hatin, ewan jî, herçiqas carina ji vê destûrê (qanûna esasî) gilî gazin kirin jî, hewl nedan ku yeke teze, himçax û demokratîk çêkin; lê gor dil û daxwazên xwe ew pînekirin, bi destê wê û Yasaya Hilbijartinê û ya Partiyên Sîyasî (ku herdu jî gor destûra hanê hatibûn rêzkirin) karê xwe bi rêva birin.

Nuha, ev guhartina ku bi destê AKPê û MHP û ji bo sistema Serokatiyê di vê destûrê da tê kirin, ew jî tiştekî naguhure. Ruh û canê destûra 12 Îlonê dîsa tê parastin, bi taybetî di pêşgotîna wê û her çar bendên pêşî da.

Pirsa Tirkîye di warê destûrê da ne sîstema parlamenterî, ne jî sîstema serokatî ye. Welatek bi van herdu sîsteman jî dikare bibe welatekî demokratîk. Li pirs ew e ku bi rastî demokratîk be.

 

Ew sîstema parlamenterî ku heya îro hebû û CHP û kemalîst jê gelek kêfxweş in, sîstemeke xar û xûz bû, ne bi rastî demokratîk bû. Di vê sîstemê da Kurd ji maf û azadîyên esasî bêpar bûn. Gava heq û azadî xwestin jî zulim dîtin. Îro jî rewş ne guhariye.

Li vî welatî azadiyên bir û bawerî, yê çapemenî jî di nav da, maf û azadiyên bingehîn tucar, gor standardên himçax ciyê xwe negirtin. Tirkîye tucar nebû welatekî laîq. Dewletê tucar guh neda xelkê Elewî û daxwazên wan bi cî neanî. Ew dersên olî yên îcbarî û Rêxistina Karên Olî ku tenê di xizmeta mezhebekê da ye, nimûneyê ber çavan e.

Tirkiye duh ne welatekî demokratîk bû û îro jî bi vê sîstema serokatiyê ku dixwazin bînin, nabe demokratîk.

Ev pakêta guhartinê Destûra 12 Îlonê ji ortê ranake. Di vê guhartinê da ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsên dinê ku Tirkiye rû bi rû ye, tiştek tune. Herçiqas berpirsên hukumetê behsa guhartineke ber bi pêş dikin jî, ev yek ne rast e.

Lê ziddê gotinên wan, bi vê guhartinê ferqiya sê hêzên esasî, ku bê wan meriv nikare behsa demokratiyê bike, ji ortê radibe; tevî hêza rêvebirinê (hukumetê), hêza yasayî û dadî jî bi giranî dikeve destê serokdewlet, ango sazûmana yêkmerivî çê dibe.

Ew guhartina ku di sala 2010’i da di destûrê da çêbû, herçiqas ew bi tevayî neguhart jî, guhartineke baş bû. Wê zexta burokrasiya eskerî û sîwîl ji ser hukummetê radikir, rê li pêş girtina partiyên sîyasî digirt û rê dida ku berpirsên Cunta Eskerî ya 12 Îlonê bêne mehkemekirin. Her usa jî ew guhartin di demeke usa da çêbû ku hukumeta AKPê reformên baş dikirin û pêvajoya aşitî û çareseriya pirsa Kurd di rojewê da bû. Bona vê yekê tevî gelek cîhetên demokrat û pêşverû, HAK-PAR’ê jî ji vê guhartinê ra got “têr nake, lê erê.”

Lê îro rewş gelek cuda ye. AKP ew firsenda baş ku di sala 2010 da bi dest xist, ew piştgiriya gel a xurt, ji bo firehkirina sînorên demokratiyê, ji bo çareseriya pirsa Kurd û ji bo aşitiyê bi kar ne anî, bona van tiştan gavên hewce ne avêt; lê rojeva xwe ya teng danî pêş rojeva welat. Bona vê yêkê ew pêvajoya çareserî û aşitîyê bi ser neket, hukumet di pirsa sûrîyê da ket herî-hezazê, teror xurt û fireh bû, kaos û tevlihevî mezintir bû.

Bi kurtahî, ev guhartina dawî ya Destûrê (Qanûna Esasî) tiştekî çareser nake û ne guhartineke demokratîk e; lê rê wê bide pirsên teze, tevlihevî û dijayetiyê wê kûr bike li welat.

Em careke din dibêjin ku divê destûreke teze û demokratîk bê çêkirin û ewê heyî ya 12 İlonê bi tevayî betal be.

Divê destûra teze gor pirmilletî, pirzmanî, pirçandîya vî welatî pirrengî be û rê bide çareseriya pirsên heyî. Divê ademî merkezî be. Da ku pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê, gor şiklê federalî çareser be. Da ku zmanê Kurdî ji dibistana pêşin heya zanîngehê bibe zimanê perwerde, her usa jî bibe zimanê fermî. Her usa gelên din wek Ereb, Laz û Çerkez jî di warê çandî da bibin xwedî heq û azadî.
Destûreke usa bê avakirin ku di warê bîr û bawerî da her texlit cudayetî û neheqî rabe. Tevî Elewîyan, xudan hemû bîr û baweriyên cuda azad bin. Ango laîqiyeke rastî avabe.

Destûreke usa bê çêkirin ku mafên jinan, yên xebatkaran, mafên civakî, yên bîr-bawerî, çapemenî û rêxistinî, ango hemû heq û azadiyên bingehîn gor standardên Yekitiya Ewrûpa tê da cî bigrin.
Ji bona vê yekê em wek HAK-PAR di referandûma 16 Nîsanê da bêjin na!

Ev na him ji bo Destûra 12 İlonê ye ku bi eslê xwe berdewam e, him ji bo guhartına teze ye ku ji ya berê xirabtir e.

Ev na, her usa ji bo Yasaya Hilbijartinê û ya Partiyên Sîyasî ye ku herdu jî gor Destûra 12 Îlonê hatine çêkirin û ne demokratîk in.

Emê ji bo destûreke himçax û demokratîk ku rê bide çareserîya pirsan;
Ji bo azadî, aşitî û demokratî, kar û xebata xwe wê bidomînin.
Em dibêjin na, ji ber ku di vê guhartinê da Kurd tunin.
Em dibêjin na, ji ber ku di vê guhartinê da demokrasî tune.

PARTİYA MAF Û AZADİYAN – HAK-PAR

19 Sibat, 2017

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022