GÜNCEL

ROJA NAVNETEWÎ A TEVGERA ZİMANÊ DAYÎKÊ

ROJA NAVNETEWÎ A TEVGERA ZİMANÊ DAYÎKÊ

Latif EPÖZDEMİR

Ji sala 1999’an ve, her sal roja 21’ê Sibatê wek “Roja Navnetewî a Tevgera Zimanê Dayîkê” tê pîroz kirin.

Vê rojê UNESCO bi yada tevgera xwendevanên Bengalî a di rêya azadîya ziman de, wek rojek giring beyan kir. Xwendevanên Bengalî, li Bengladeş`ê, ji bo azadîya zimanê xwe xwepêşandan û çalakîyan li dar xistibûn û sedemê vê yekê bi polêzan re pevçûn qewimî bû û her wiha di wan çalakîyan de xwendevanên xwepêşander hatibûn kuştin, jîyana xwe ji dest dabûn.

Mixabin ku di serdema rageyandin û pêwendgerîyê de, zimanê Kurdî, hê jî qedexe ye. Bi her hal eşkereye ku, zimanê Kurdî zimanek kevin û qedîm e. Lê ji damezrandina Komara Turkîyê û hetanî îro, hê jî mecala azadîyê bidest nexistîye. Komara Turk bi yasaya bi navê “Tevhîda Tedrîsatê” (Yekkirina Perwerdeyê) zimanê Kurdî ji qada hînkarî û perwerdeyê rakir.

Li Turkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbest kirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nayê bikar anîn. ÛNESCO vê yekê wek “jenosîd” dipejirîne.

Qedexebuna zimanan ji bo desthilatan rureşîyek mezin e.

Bi salane li Komara Turkîyê, li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, tekoşîneke mezin tê dayîn. Li berîyên Asya û Efrîqaye, di şertên kolonyalistî de jî, bi sedan ziman henin ku azad mane. Li welatek wekî Gîne/Bîssao bi sedan ziman henin û hemu jî azad in û di jîyana wan gelên navçe de têne bikar anîn.

Lê li Turkîyê bi zimanê Kurdî hînkarî û perwerdeya di vê serdemê de jî, hê qedexe ye.

Lewraye ku Îro li Turkîyê, bi sedem qedexebuyînê, zimanê Kurdî dibin tehdît û xetera windabûyînê de ye. Bêgûman, zimanên ku di hînkarî û perwerdeyê de neyêne bikaranîn, yan di jîyana civakî û karûbarên fermî de ne azad bin, bêguman dibin xetera nemanê de ne, rûberûyê jibîrbuyînê ne.

Di serdema me de, li cîhanê nêzîkî 2500 ziman di bin xetera nemanê de ne.

Li Komara Turkîyê jî ya hindik 15 ziman henin, lê xencî zimanê Turkî yek ji wan jî, ne zimanê perwerdeyê ne.Turkîye bi peymana Lozanê ku bikaranîna zimana dest nîşan kiribu, wan xalan nepejirand û bikar ne anî. Sedem ew bu ku bi vê yekê wê zimanê Kurdî jî azad bibuya.

Azadîya zimanan mafek ji mafên serekeyê mafê mirovan e.
Ziman, hebuna gelan e.
Ziman, ramana gelan e.
Ziman, mala ramanê ye.
Kes bi zimanê xwe digêje kesayetîya xwe.
Wexta ku ziman qedexekiri be, raman jî, tê mifte kirin û qedexe kirin.

Dewleta Turk, herçend terefdarê bi dehan peymanên navnetwî a ku azadî û bikaranîna zimanê dayîk wek “heq û berjewendîyek xwezayî û insanî” qebûl dike, lê makezagona Turkîyê mixabin, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digrin hê jî, diparêze. Di serdema nû a şaristanîyê de ev yek şermek mezin e.

Zimanê Kurdî heqe ku digel zimanê Turkî, bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jîyanê de, wek zimanek bi sîyanet û bi rûmet were bikar anîn.

Divê ku yasayên qedexakar yên ku pêşî li zimanê Kurdî girtine, derhal werin rakirin.

Ev bang ji bo hemu Kurdan e: Hergîz, zimanê xwe jibîr nekin û di jîyana xwe a civakî de bikar bînin.

Ev bang ji bo hemu  dayîkên Kurd e : Zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Bi wan re bi Kurdî qise bikin.

Ez bang li hemu welathizên Kurd dikim ku di rêya azadîya zimanê Kurdî de di tevgerek hevpar de bixebitin ta ku zimanê Kurdî li Turkîyê bibe zimanê fermi.

Kurdno zimanê me hebûna me ye. Zimanê xwe geştir bikin û ji darê zilmê rizgar bikin. Ziman nîşaneke ji kesayeta netewî a Miletê Kurd.

Zimanê Kurdî qedr û qîmet û şanazîya gelê Kurd e.

Divê li komara Turkîyê, nivsandin û axaftina zimanê Kurdî, wek yasa di destûra giştî a Komara Turkîyê de were nîşankirin.

Divê ya hindik ji seretayî û heta dibistanên bilind, zimanê Kurdî bibe zimanê fêrkirin, hînkirin û perwerdeyê.

About Post Author