1 C
Diyarbakır
Perşembe, Ocak 27, 2022

SEROK BARZANİ PÊŞEWAZIYA ŞANDA HAK-PARÊ KIR

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

SEROK BARZANİ PÊŞEWAZIYA ŞANDA HAK-PARÊ KIR
Demeke ku Şandeke Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, li Başûrê Kurdistanê serdanên giring pêk tîne. Îro roja 08.01.2022’yan jî, Serok Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya serokê HAK-PAR’ê Latif Epözdemir û şanda HAK_PAR’ê kir
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Serokê HAK-PAR’ê Latif Epözdemir, li ser rewşa abori û siyasiya Tirkiyê û her wiha bi taybet jî, li ser rewşa sîyasî a Kurdan û Partî û rêxistinên Kurdî yên li Tirkiye rawestîyan.
Serok BARZANî, di hevdîtina şanda li gel HAK-PAR’ê de, li ser giringîya xebata yasayî û aştîyane sekini û got;” Em Kurd her çiqas ji destê me were lazime em bi şêwazên aştîyane tevbigerin. Miletê Kurd hetanî îro ji nexêrxwazan gelek eziyet kêşandîye.Beramber bi van ezyetan tenya zaminê serketin û pêkve jîyanê her yekîtî û xebata berdewamîya mafên rewayên gel e.Hilbijartin gelek giringin. Kurd divê hewil bidin k udi hemu hilbijartinan de beşdar bibin û bikaribin rêveberên xwe bibjêrin.”
Serokê HAK-PAR’ê EPÖZDEMİR jî, di axaftina xwe de got ku; “Kurdên Turkiyê vaye 80 salin ku di her helbijartinekî de bi neçarî, dengê xwe didin partîyên ku bi wan re neyartîyê dikin.Siyaseta Turk hetanî niha gelek caran bi dengên dengdêr û helbijêrên Kurd buye xwedî desthilat, lê pirsa Kurd wek pirsek miletî qebul nekirîye û wek pirsek “asayiş, ewlekarî û tekoşîna li dij terore” şirove kirîye. Ev feresetek korbîna ye.Kurd divê dengê xwe nedin wan partîyên ku ji bo wan tu statûyek nas nakin. Lazime helbijêrên Kurd dengê xwe bidin partîyek milli.Ji nav partîyên Kurd yên Turkîye de tenya HAK- PAR e ku vî karî wek erkeke netewî dibine û dixwaze ji bo Kurdan navnişanek milli amade bike da ku Kurd di helbijartinan de bikaribin dengê xwe bidin partîya xwe a milli.HAK -PAR lewraye ku bi hemu hêz û karina xwe dixebîte ku partîyê amade bike ji bona beşdarîya hilbijartinên ayende.Em vî karî wek kareke milli dibinin.Helbijêrên Kurd lazime berê dengê xwe bidin partîya xwe a ku jı bo wan statuyek sîyasî dixwaze ku ew ji îro HAK-PAR e.”
Di hevdîtina serok Berzanî û şanda HAK-PAR’ê de, tekez li ser aştîxwazî û zimanê diyalog û çareseriya medenî û her wiha peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û partiyên Kurdî yên Tirkiye de,bi hevdengî hate beyan kirin ku şêwaza aştîyane û pêwendîyên birayane elzemin û divê berdewam bin.
Şanda HAK-PAR’Êbdi hevdîtinê de tabloyeke resam Gökhan ASLAN bi dîyarî pêşkêşi serok Barzanî kir.
Hevditina serok Barzanî û şanda HAK-PAR’ê bi hêvîya pêwendîyên germ kûtahî pê hat.

İlgili İçerikler

Son Eklenenler