1 C
Diyarbakır
Perşembe, Ocak 27, 2022

HEYETA PARTIYA MAF Û AZADIYAN SERDANA WEZARETA ŞAREDARI A HİKÛMETA HERÊMA KURDİSTANÊ KIR

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

HEYETA PARTIYA MAF Û AZADIYAN SERDANA WEZARETA ŞAREDARI A HİKÛMETA HERÊMA KURDİSTANÊ KIR

Serdanên Başûrê Kurdistanê berdewam in. Roja Pêncşemê, Heyeta Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR bi seroktiya Serokê Giştî, Latîf Epozdemîr serdana wezareta Şaredarîya hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Di heyeta HAK-PARê de Zana Sezen (Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Paşa Akdoxan (Cîgirê Serokê Giştî), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kuş (Serokê şaxa Bursayê), û Ebdullah Oflas (endamê rêxistina Hewlêr)  cih girtibun.

Wezîrê Şaredariyê Sasan Ewnî pêşwaziya şandeya HAK-PARê kir û guftûgo li ser kar û xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybeti karûbarên wezareta Şaredarîyê hate kirin û herduk alîyan bal kişand ser giringîya xurtkirina pêwendîyên dostane. Sasan Ewnî li ser karesata lehiyê jî qala bêxemiya Hikûmeta Iraqê kir û got, “Hikumeta merkezî a Iraqê ji bo avadankirina Kurdistanê cehdeke berçev û dilsoz nake ku Kurdistan bi demeke kûrt avadan bibe, jîyaneke xweştir were honandın. Lê Iraq her carê bi milyon dolaran  yarmetî  dişîne Filîstînê. Bo nimûne berî çendek lehîyeke mezin li dorberê Hewlêrê pêk hat ku 12 kes mirin û hevwelatî nêzik bi 35 milyaran ketine xesarê. Hikûmeta İraqê li ser vê bûyera Hewlêrê pereyekî gelekî hindik (2 milyar dînar) ji Kurdistanê re şand. Lê ev xesara vê karesatê ji alîyê hikumeta herêm û xelkê navçe ve hate çareser kirin.”

Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir. Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de got: “Vaye 80 sale dengdêrên (helbijêr) Kurd di hilbijartinan de denge xwe didin wan partîyan ku nexêrxwaz in. Lazime ev rewşa dengdêrên Kurd yên li Bakur were gûhertin. Kurd divê denge xwe bidin partîyeke milli û Kurdewar. Em vî kare gelek giring digrin. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîşaneke neteweyî de kom bike.”

Wezîrê Şaredariyê Sasan Ewnî ji bo xebata amadehiya çêbûyîna navnîşaneke milli ji bo beşdarîya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest. Herduk alî bi dilgermî hestên xweyê beramber bi parastina statûya sîyasî a rewaya herêma Kurdistanê peşkeş kirin.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR bi xatirxwestinê bi dawî hat.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

İlgili İçerikler

Son Eklenenler