32 C
Diyarbakır
Pazartesi, Ağustos 15, 2022

PDK SERDANA HAK-PARê KIR

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

PDK SERDANA HAK-PARê KIR

Di 05.01.2022an de Elî Hisên (Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanê û Iraqê) û Nizar Botanî (Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Navxwe) serdana HAK-PARê kirin.

Li ser navê HAK-PARê Letîf Epozdemîr (Serokê Giştî), Zana Sezen (Cîgirê Serok û Berpirsê Peywendiyên Derve), Paşa Akdogan (Cîgirê Serok), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê) û Abdullah Oflas (Endam) li ofîsa HAK-PARê ya li Hewlêrê pêşwaziya şandeya PDKê kirin.

Elî Hisên di axaftina xwe de qala girîngiya siyaseta Kurdistanî ya HAK-PARê kir û got, em ji nêz ve kar û xebatên we dişopînin. Elî Hisên li ser hilbijartinên Iraqê û li ser avakirina hikûmetê agahî dan.

Di berdewama serdanê de Letîf Epozdemîr bi kurtasî qala siyaset, girse, xebatên rêxistinî yên HAK-PARê û amadehiya ji bo hilbijartinan kir. Letîf Epozdemîr di derbareyê rewşa aborî ya Bakur de jî agahiyên girîng dan.

Hevdîtin bi hêviya berdewamiya têkiliyên her du aliyan û bi hêviya serkeftinê bi dawî hat.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR’Ê

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Ağustos 15, 2022