GÜNCEL

LI MERSÎNÊ ÊRÎŞA NIJADPERESTAN

3 faşîstên nijadperest êrîşî malbata Kurd a ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo gerê çûne Mersînê kirin. Birayek bi giranî birîndar e û birayê din jî bi sivikî birîndar e. Birîndar li Anamûrê tên dermankirin.

Em Wezîrê Karên Hundir û Dadê vedixwînin ser kar. Eger ev êrîşa nijadperestî li ser ti komeke turîst a ne Kurd pêk were, wê heman bertek be? Beriya niha jî li Ûzûngolê êrîşeke faşîst a bi heman rengî hate kirin. Wê demê li şûna êrîşkaran tûrîstên Kurd hatin sûcdarkirin û dersînorkirin.

Êrîşa dawî êrîşeke plankirî bû. Divê dozger vê xalê li ber çavan bigirin, îddîaname amade bikin.

Di demên dawî de li Tirkiyeyê li dijî Kurdan zexta faşîst bûye sedem ku kîn û nefret mezin bibe.
Dijminahiya Kurdan bi hişmendî bi fermana herêmî ya dijî Kurd tê amade kirin. Ev pratîkên antî-Kurd bi êrîşên faşîst ên nîjadperest ên li Tirkiyeyê tên dîtin.

Her wiha çapemeniya Tirk ku weke rojnameya fermî kar dike, li hemberî nûçeyên li ser Kurdan bêdeng e. Girîng e ku çapemeniya Tirk nûçeyên rojane yên birînên “pisîk-kûçik” derdixîne û li hemberî van êrîşên dijminane yên li hemberî Kurdan bêdeng dimîne.

Weke Partiya Maf û Azadiyan em van kirinên dijî Kurd şermezar dikin. Em feraseta ku vê zîhniyeta faşîst a nîjadperest diparêze û zîhniyeta kevneperest bi tundî şermezar û protesto dikin.

Pêşiya gelê Kurd nayê girtin. 15.05.2021

Latîf Epozdemir
Serokê HAK-PAR’ê

About Post Author