31 C
Diyarbakır
Pazartesi, Eylül 20, 2021

SALYADA QAZÎ MİHEMED

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakikaÎsal 74. salyada Pêşewa Qadî Muhammed e. Qadî di dîroka Kurdistanê da nimûneyek bijarte ye. Wêrek, mêrxas, bawermend, zanîyar û dewletzaneke navdare.

Serokkomarê dewleta Kurdistanê ya Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947  (31.12.1947) li meydana ÇARÇİRA a Mahabadê hatin darvekirin. Qadî di axirîn nefesa xwe da wiha gotibû:

“Çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe da bi serbilindî û bi çavên vekirî li welatê xwe binêrim. Hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin, ku di her dilopek xwîna min da, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim, ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan.”

Ji ser darvekirina nemir Qazî Mihemed û hevrêyên wî ra bi dehan sal derbas bûn, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî û cesareta Qazî nehatîye jibîrkirin.

Qazî (Qadî)yê nemir, berî ku were darvekirin wek hosînama (wesyetname) şîretan li nivşên nû yên tekoşîna rizgarîya miletê Kurd dikir û wiha digot: “Ji hevûdu ra dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li himberî zilm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, paşê, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf û berjewendîyeke, xwedîyê her tiştekî ye… Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, û xîretê va ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Miletê Kurd jî, wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn ji hev ra, rîkdar nebin, xwe nefiroşin dijmin û ji hev ra xweşbîn bin û tehemûla hevûdu bikin… Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyî dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zilimkar in, wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kuştin. Dijmin wê bixwaze ku we, bêşexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi ger û fenan, we bi destê we bide kuştin…”

Pêşewayê nemir Qazî Mıhemed li ser fêm û fereseta Kurdayetî, li ser giringîya yekîtîya milli û li ser hevkarîya hêzên gel jî, şîretên balkêş kiribû: “Sembola serketina her gel û neteweyek, hevgirtin û yekbûn e. Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwendina we baş be, hûnê pir baş li ser dijminê xwe  serbikevin. Her gelê ku yekîtî û yekrêzîya xwe tunebe; ew ê her tim di bin destê dijmin da binale. Tu tiştê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hûn bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê belê bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine.”

Dîyare Qazî û hevalên xwe gelek bi başî xiyaneta neyar û dijminan dizanibûn. Ewan di cerbandina jîyana xwe da dizanibûn, ku dijmin xapînoke. Lewra ye, ku nabe Kurd bi ya dijminê xwe bixapin, yan bi gotin û sozê dijmin bawer bikin. Lewra tu çî bikî bike, dijmin hisaba wî pê ra ye. İxaneta te, bêbextî û bûxtan û poşmanî û xwe tehwildana te, tenê te sivik û bê kemal û emsal dike. Gere Kurd xiretkêş bin û tucarî tirs û qelsîya xwe bi dijmin nedin hisandin. Qazî wiha dibêj: “Êdî bi dijmina nexapin. Dijminên Kurdan ji kîjan reng û nîjadek û netewekê bin, her dijmin in. Bê rehm û bê dilovanî ne, bê wijdan in, wê we bi hevdu bidin kuştin, wê we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê we berengarê hev bikin. Ango wê we berdin hev.”

Qazî Muhammed nimuneyeke ji gernasî û welatperwerîya gelê Kurd e. Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, birêz û hurmet Qazî Muhammed û hevrêyên wî bibîr tînin.

Her wiha di roja yada şehîdên Kurdistanê da em hemû şehîdên gelê Kurd bi rêzdarî yad dikin û li ber xebat û fedekarîyên wan her tim serê xwe ditewînin. 31.03.2021

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA HAK-PARê

İlgili İçerikler

İletişimde Kalın

0BeğenenlerBeğen
0TakipçilerTakip Et
0TakipçilerTakip Et
0AbonelerAbone

Son Eklenenler