GÜNCEL

SERDANA NAVENDA REVENDA KURD BO  HAK-PARê

Di 28.03.2021 an da şandeya ji 5 kesan pêkhatî, ku Birêz Kejal Derwêş wek rêveberê Navenda Revenda Kurd, serpereştyarîya wê dikir serdana nûnertîya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya li paytexta Herêma Kurdistanê/Hewlêrê kir.

Cîgirê Serok û Berpirsyarê Têkiliyên Rojhilata Navîn Zana Sezen û Rêveberê Liqa Hewlêrê Halit Epozdemîr bi dilgermî pêşwaziya şandeyê kirin.

Birêz Kejal Derwêş di derbarê kar û xebatên Navenda Revenda Kurd li derve agahî dan û bal kişand ser girîngiya kar û xebatên li dîsaporayê.
Birêz Kejal Derwêş, li ser yekdengî û hevkarîya li dîasporayê çend pêşniyar kirin.

Zana Sezen, piştgiriya xwe ya ji bo Navenda Revenda Kurd dupat kir û pîrozbahî li mîvanan kir.

Ji piştî dan û standineke dilgermî birêz Kejal Derwêş û şandeya  Navenda Revenda Kurd, bi hêvîya tevxebateke bi rêz û pêk xatir xwestin.

Nivîsîngeha Çapemenîyê ya HAK-PARê

About Post Author