GÜNCEL

HELEBÇE ROJEKE REŞ E Dİ DÎROKA KURDİSTANÊ DE

Li başûrê Kurdistanê, bajarê Helebçe berîya 33 salan, roja 16 yê sala 1988’an, bi komkujîyeke dirindehî va alaya miroyetîyê serberjêr bû. Balafırên rejima faşist a Baasê, bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayî yên jehrîbar di ser bajarê Helepçe da barana mirinê reşandin. Di encamê da nêzîkê heft hezar Kurdê navçê hatin kuştin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bûn û pênc hezar mal û avahî hatin hilweşandin û kawil kirin. Ev tevkûjî bi navê “Qetlîama Helepçe” kete dirokê. Hê jî, li Helepçe birîna bedena bi sedan kesî sax nebûye. Tevkûjîya Helepçe, di dîroka mirovatîyê da, wek xalek reş cîyê xwe girt.

Saddam Huseyn, bersiva hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî dida. Saddam ji alîyek va bi dewleta Îranê ra şerekî tûnd û dijwar dikir, di heman demê da jî, Kurdistan bombebaran dikir. Rejima faşist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêva dibir, ku ew yek jî tenê ji kuştina Kurdan bû. Rejima nîjatperest a Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribû gola xwînê. Di seferberîya Enfalê da 182 hezar Kurd hatin kuştin. Heşt hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi zindî hatin binax kirin, bi dehan gund ji nexşeyan hatin jêbirin, pênç hezar mal hatin wêrankirin. Başûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê da, bibû goristaneke mezin.

Komkûjîya Helepçe, li ser derûnîya mirovên navçê bandoreke  gelek mezin peyda kir. Ev haletê xîrabûyî, hê jî, dewam dike. Lewra ye ku Helepçe ji bîr naçe.

Sala 1988’an, çaxê komkûjîya Halepçe, demek bû, ku mirovayetî tevizî bû, dilovanî bêdeng mabu.

Komkûjîya Helepçe ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo hemû mirovayetîyê drameke mezin bû.

Rejima nîjatperest û dirinde di gel komkûjî û xwînrêjîyê, di dema Enfalê da, bi dehan keçên sêwî û bêkesmahî yên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek “carîye’’ firotibû dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev yek tenê bi serê xwe jî, rûreşîyek bêhempa ye.

Li Başûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê da, ala mirovatîyê, li bin pê bû. Û wujdan bêdeng mabû.
Mirovatî, bi kuştîyên  Helepçe ra hatibû kuştin. Ev bûyera ku xwîn li bedena mirovan tevizandibû, nahêle, ku were jibîrkirin. Derdê Helebçê wek derdekî bêderman derbasî diroka mirovatîyê bû.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, herdu komkujîyan, ENFAL û HALEPÇE û her wiha hemû tevkûjîyên dirinde, bi tûndî şermezar dikin.

Enfal û Halepçe rûpelên reşîn xistin nava rûpelên dîrokê,  tû carî nayên jibîrkirin.

Rêz û ihtîram ji bo şehîdên Enfal û Helepçê.
16.03.2021

NİVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ
YA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

About Post Author