GÜNCEL

CEJNA WE PÎROZ BE

Hemwelatîyên xoşewîst, Piranîya gelê Kurd jî di nav da, Misilmanan ji piştî mehekê rojîgirtinê ra, dest bi pîrozkirina Cejna Remezanê kirine. Şik tune, ku pîrozkirina vê çejnê naşibe yên berê. Pandemîya ku bûyê bela serê ji 200 gelî zêdetir, li erdnîgarîya ku gelê me lê dijî, jî domdar e.


Wisa tê xûya, ku ev cejna yê, bi dest maçkirinê, hevdu hembêzkirinê û bi zîyareta dê û bavan va derbas nebe. Zarok ê mal bi mal negerin şêkir kom nekin, dilgeş nebin, coş û geşa cejnê his nekin. Kifş e, ku ev cejna yê neşibe cejnên berê. Em ê di vê cejnê da, jîyanê li malê hilînin. Şik tune, ku cejn, ew demên ku hezkirin û rêzgirtina di navbera merivan da; derdikevin eşkeretîyê ne. Silavek dayîn, destek maç kirin, bi xweşbînî û şabûnê tijîkirina dil, rewiştçakîya ango fazîleta cejnê ye. Ev çejna rastî demeke usan hat, ku pêdivîya bi tena serê xwe pîrozkirinê heye. Ji bo ku em di pêşedemê da hê jî dirêjtir û zêdetir li gel hev û din bin, divê em di van rojan da li malê bimînin.

Hê jî giringtir e, ku cejn ew dem in, ku tê da kîn, nedivî ango nefret û rik tunin. Di cejnan da mîrov xeyda xwe ji bîr dikin, hev tên, hedu hembêz dikin, rojên ku aşitî carek din aj didin.

Dibe ku em di van rojên pandemîyê da, ne rû bi rû, li kêleka hevdu, dest nedin hevdu, hev û din hembêz nekin, lê em dikarin dilên xwe daynin kêleka hevdu û ji bo gelê xwe rojên xweş daxwaz bikin, gişt mîrovên xwe, yên ku em dikarin bigîhîjin wan, bi rîya telefonê va wan dilxweş bikin.

Jîyan hêja ye û ew bi xweşbînîyê û hezkirin e va xweşiktir dibe. Wefa mexsûsî mîrovan e. Bi bîr anîn, lêgerîn, seredan têne wateya wefayê. Dostanî bi parevekirinê va bejin dide.

Werin em di vê eydîyê da, xeydên xwe ji bîr bikin, ji dûr va be jî, hev û din hembêz bikin, dostanîyên xwe nûjen bikin. Em hev û din baş têbigîjin, nakokîyan, kîn û rikê, ramanên neyînî, hêrsê, hisîyata tolhildanê, enirandinê daynin alîyekî, alîyên xwe yên hempar derxin pêş, cudatîyên xwe wek dewlemendî şîrove bikin, wisa bipejirînin. Em tûndîyê û tingijandinê ji nav bibin. Em qedrê peyîvînê û dan û standinê (dîalogê) bigirin.

Bi wê hêvîyê ku di vê cejnê da, dilê me bi hezkirin û mîhrevanîyê va tijî bibe. Tevaya mafên ku, em ji bo xwe dixwazin, heman îmtîyazan ji bo kesên ku gel me dijîn, ji bo kesên tedayê dibînin û ji bo gelên ku ji tevaya mafên demokratik û mîrovî yên bingehîn mehrum mane xwestinê, ji xwe ra bikin binyat.

Divê em ji bîr nekin, ku sazûmaneke azad û demokratik, dahatûyeke wekhev û adîlane damezirandin di destê me da ye. Em dikarin wek ahenga heman asîmanê, bi hezkirinê va hev û din hembêz bikin û tevayî bijîn. Di vê cejnê da, li mal mayîn ê, hêjayîya azadîyê carek din bîne bîra me. Em bînin bîra xwe, ka azadî çiqasî pêwist û hêja ye. Werin em ji bo destxistina jîyaneke azad, hev bigirin, azadbûnê ji bo tevaya netewan wek mafekî bingehîn bipejirînin. Bira êdî azadî ji piştî vê eydîyê ra û hemû deman bibe, tiştê ku em jê derbas nabin. Bila rojên azad bibe cejna me ya rasteqîn.

Di vê cejnê da, em nikarin destên xwe bidin hevdu û hev û din maç bikin, lê em dikarin dilên xwe bidin kêleka hevdu, bidin maç kirinê. Em dikarin hev û din bibexşînin.

Ez ji bo we dahatûyeke azad û serfîraz, ya di tama cejnan da daxwaz dikim. Bi hêvîyê ku, em di cejnên hê jî kamûran da, ba hedu bin, cejna we bi dil û can pîroz dikim.

24.05.2020 Latif EPÖZDEMIR

Serokê Giştî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

 

About Post Author