18 C
Diyarbakır
Pazar, Eylül 26, 2021

Em rejîma Îranê ya hovanê protesto dikin.

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakikaİRANN

 

REJÎMA ÎRANÊ YA HOVANÊ PROTESTO DIKIN.

 

Komara Îslamî ya Îranê tevî kampanyayên navneteweyî Ramîn Hisên Penahî û xizmên wî; Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darde kirin.

Ev rejîma hovane ya antîdemokratîk îro jî li navçeya Koyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe barand ser biryargehên PDK-Î û HDK’yê.

Li warên ku êrîşî kirin, gelek pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê ligel malbatên xwe dijîn.

Tê îdiakirin; gelek rayedarên Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) jî gava êrîş dihate kirin li navçeyê bûne.

Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) wekî hemû aliyên welatparêz ji bo partiya me HAK-PAR’ê dostekê gelek nêz .

Em wek Partiya Maf û Azadiyan ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûnê şîfaye, ji bo şehîdên me jî sersaxiyê dixwazin.

Em ê her tim li pişt xwîşk û birayên xwe yên KDP-Î û HDK’yê bin.

Wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR’ê em rejîma dagirker û hovanê ya Îranê protesto dikin.

Em pê bawer in ku ew rejîma li dijî mafên mirovan wê di demekê kin de hilweşe û dawîya xwe bîne.

08.09.2018

İlgili İçerikler

İletişimde Kalın

0BeğenenlerBeğen
0TakipçilerTakip Et
0TakipçilerTakip Et
0AbonelerAbone

Son Eklenenler