GÜNCEL

HAK-PARê Komcivîna xwe ya asayî ya 7-mîn çêkir

HAK-PARê Komcivîna xwe ya asayî ya 7-mîn çêkir

Refik Karakoç ji nû ve wek serokê giştî hat hilbijartin

Komcivîna HAK-PARê ya heftemîn di roja 22 ê Cotmehê de li Enqerê, bi beşdarîyeke mezin hat çêkirin.

Ji ber midaxale û astengîya polêsan, komcivînê du saetan derengtir dest bi kombûna xwe kir. Wan berî civînê, alayên Kurdistanê û posterekî mezin ê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li dîwarên salonê daliqandî bûn, daxistin xwarê. Ser vê yekê pevçûn û qelebalixiyek çê bû, polêsên du ciwanên HAK-PARî girtin û birin.

Komcivînê bi rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Li ser navê gelek rêxistinan axaftin hatin pêşkêşkirin. Di hemû gotaran de êrişên Iraq, Îran û rêxistina terorîst Haşdî Şehbî hatin rûreşkirin, ji gelê Kurdistanê re silavên piştgirî hatin gotin.

Axiferê pêşîn serokê giştî Refîk Karakoç bû. Wî êriş û dagirkerîya İraq, Îran û Haşdî Şehbî ya li Herêma Kurdistana Başûr rûreşkir û da xuyan ku tu kes nikare îrada serbest ya gelê Kurd tune hesab bike. Em heta dawî li pişt biryar û encamên vê îradeyê ne.

Karakoç di axaftina xwe de herweha got ku HAK-PAR projeyeke yekbûn û hevgirtinê ye, loma bang li hemû kes, rêxistin û derdorên welatparêz dike ku werin milên xwe bidin milên hev û di vê yektîyê de hêza gelê me xurt bikin. Dergehê HAK-PAR ji hemû welatparêzên demokrat û aştîxwez re vekirîye.

Li ser navê gelek partî û rêxistinên cuda yên hemû parçên Kurdistanê, yan gotar hatin xwendin yan jî silavnameyên wan hatin pêşkêşkirin.

Di komcivînê de serokê giştî yê berê yê HAK-PARê birêz Kemal Burkay jî axifî. Burkay li ser rewşa dawî ya Herêma Kurdistana Başûr sekinî û nerazîbûn û dijderketina hişk ya dewletên dagirker Îran, İraq û Tirkîyê rexnekir. Di axaftişna xwe de Burkay bi berdewamî wehagot;

“Herêma Kurdistanê wek doraveke demokrasîyê ye”

“Herêma Kurdistanê wek doraveke demokrasîyê ye. Ji alîyê ewlekarîyê ve jî wehaye. Ji alîyê maf û azadîyan ve jî weha ye. Yanî kurdan di demeke kurt da karibûn li herêma xwe sazîyeke nîsbeten ji tevaya Iraqê cudatir avabikin. Digel Kurdan, Tirkmen û Ereb jî, herwisa yên ji bawerîyên cuda wek Kurdên Êzdî û Xiristîyan jî xwe azad dibînin, ji ber ku li ser kesî zext û zordestî nayê kirin. Herkes dikare partîyên xwe yên sîyasî avabike. Bi serbestî ziman û çanda xwe pêşda bibe, perwerdeyeke azad bibîne. Ew hemû jî xwedî dibistan û kolej in.

Zaten piştî referandûmê Komîsyona Kurdistanê da zanîn ku Kurdistana bi xwe jî dê federal be. Zimanên biçûk jî wê wek zimanên fermî bên qebûlkirin. Ev jî dide xuyakirin ku Kurdistan ji nuha ve adayeke demokraîyê ye. Baş e bo çi li dijî wê derdikevin? Hûn çı dixwazin? Goya İraq tê parçekirin. Iraq ji xwe parçebûye. Hûnê bi çi bi hev ve bizeliqînin?

Li Kurdistanê referandûmek çêbû, 93% dengê belê derket. Ma ji vê re rêz nayê girtin? Bi 51% dengî sîstema serokatîyê anîn Tirkîyê. Ew jî bi niqaş bû. Ne şerm û fedî divê hebe. Dengê 51% dibe, lê çima hûn ji 93% re rêz nagrin? Divê herkes ji îradeya gelê Kurdistanê re rêz bigre.’’

Piştî axaftinan, raporên xebatê û darayî hatin xwendin û qîmetkirin. Dûre hilbijartinên organan çêbûn. Endamên Meclîsa Partîyê, koma dîsîplînê û serokê Giştî hatin hilbijartin. Ji bo serokatîya Partîyê Refik Karakoç, serokê dewra berê ji nû ve hat hilbijartin.

Ji Komcivînê ev biryarên jêrîn derketin:

BIRYAR 1

Komcivîna me; ’’Referandûma Serxwebûnê’’ ya Herêma Kurdistana Federe ku di roja 25’ê Îlonê 2017’a de çêbû rewa dibine û piştgirîya wê dike.

Di serî de Tirkîye bangî hemû dewletên herêmê dike ku ji mafê tayînkirina çarenûsa milletê Kurd ra rêz bigrin.

Di serî de li YDA, Rûsya, welatên YA hemû dewletên cîhanê bang dike ku ji îradeya milletê Kurd ya ku bi referandûma 25ê Îlonê 2017a de nîşandaye rêz bigrin. Ji bo rakirina neheqîya 100 salên borî gavan bavêjin.

BIRYAR 2

Komcivîna me, dagirkirina Kerkukê û deverên dî ku ji alî rêxistina paramiliter Haştî Şabî ya ku bi destê hukumeta navendî ya İraqê ya mezhebperest û Îranê ve tê fînansekirin, rûreş dikin.

Bila Hukumeta Navendî ya İraqê û rêxistina terorîst a Heştî Şabî derhal ji Kurdistanê derkevin.

Komcivîna me, silavê li gelê Kurd dike ku bi qehremanî welatê xwe diparêze.

Komcivîn, diyar dike ku ê herdem piştgirîya xwe ya ji dil, ji pêşmergeyê qehreman re nişan bide.

BIRYAR 3

Komcivîna me, ji têkoşîna azadîya gelê Kurdistanê ya li Îranê û Surîyê re piştgirîya xwe nişan dide. Li siyaseta yekxwez, sekter ya PYD ku li hember hêzên welatparêz yên derveyî xwe zordestîyê bi kar tîne şermezar dike. Bal dikişine ser xetera encamên pêşerojê yên şandina çekdarên kurd ji bo şerên dervayî axa Kurdistanê.

Komcivîna me bang dike ku nelihevkirina rêxistinên kurdan di çarçova ’’Peymana DUHOKê’’ de bên çareserkirin û di sîyasetên neteweyî de yekîtîya têkoşînê bête hûnandin.

BIRYAR 4

Komcivîna me, bang li dewleta Tirkîyê dike ku; guh bide daxwazên heqane û rewa yên 25 mîlyon kurdên ku di nav sînorên wê de dijî; dev ji siyaseta xwe ya heta îro meşandiye berde. Vê siyaseta ku li ser bingehê înkarê, asîmîlasyonê hatîye danîn û çareserîyê di zordestî û tedbîrên eskerî de dibine, terk bike. Ev yek tenê pirsê girantir dike, rêya durust ew e ku ji bo çareserîyeke aştîyane û demokratik gavan bavêje.

BIRYAR 5

Komcivîna me bang dike ku barikat û astengên li ber normalîzekirin û demokratik kirina Tirkîyê ji holê bêne rakirin û ji bo pêkanîna hoyên azadî û serbestîye berî her tiştî divê dawî rejîma awarte (OHAL) bête anîn.

BIRYAR 6

Komcivîna me bang dike ku; hemû rêxistinên Kurd dest bidin hev ji bona rakirina astengên li ber perwerdeya bi zimanê dayîkê, ji bona xebitandina zimanê kurdî wek zimanekî fermî pêkve xebatê bikin.

BIRYAR 7

Komcivîna me, destnîşan dike ku Gelê Kurd ji dervayî ên ku şîdetê esas digrin, li tercîheke din a xwedî rêyeke demokratik û aştîyane digere. Loma bang li hemû welatparêzên Kurd dike ku guh bidin daxwaza gel, û ji bo berpirsîyarîya xwe bi cî bînin tev li HAK-PARê bin. HAK-PAR a ku ji alî hin alîyên cuda ên sîyaseta Kurd ve hatîye avakirin û heta îro hatîye, dikare bibe bersiva lêgerîna gele me.






Mêvanên ku beşdarî komcivînê bûn:

AbdulHamit Kılıçaslan KDP Bakur

Yüksel Avşar KDP-T

Hanifi Turan PAK

Ramazan Kahramaner PAK

Emrullah Süslü- Endamê MP ya KADEP

Nizamettin Maskan KADEP

Bekir Yalçın KADEP

Hayati Çiçek KADEP

Bahattin Ayaz DDKD

Ahmet Acar – Nûnerê İnsîyatîfa Yekîtîya PDK

Seyfettin Karatay KDP Birlik İnisiyatifi Komisyon Üyesi

Şirin Altay DBP PM üyesi

Mesut Özer DBP Ankara İl Başkanı

Bekir Ücgen—HAK-PAR Avrupa Temsilcisi

Roni Bayraktar HAK-PAR Avrupa Temsilcisi

Muhammed Hanan PDK-S temsilcisi

Adnan Sütçü – Endamê Kom. Rêvebir ya Komeleya Piştgirîya HAK-PAR li Ewropa

Azad Hanan PDK-S
Şevin Hanan PDK-S

Ebdo Sido PDK-S

Nezir Xelil PDK-S

Rizan Sixo PDK-S

Abdel Hesan PDK-S

Ahmod Ahmod PDK-S

Adnan Omer PDK-S PDK-S

Mojed Mohmed PDK-S

Necat Ömer PDK-S

Muhamed Şêx Ehmed PDK-S

Muhiyeddin Muslim PDK-S

Ferid Hak Abdo PDK-S

Ahasen Nado PDK-S

Firyal Nado PDK-S

İman Nado PDK-S

Ümit Fırat : Nivîskar

Fettah Timar: Serokê Komeleya Piştgirîya HAK-PAR”li Ewropa

Abdurrahman Deli Kürt-KAV

Şehzade Demir Kürt-KAV

Kasım Kılıçalp Kürt-KAV

Füsun Parlak Kürt-KAV

Faruk Düre Kürt -KAV

Hüseyin Özbal TKP 1920

Ayhan Aydoğan EMEK Partisi

İbrahim Güçlü Siyasetçi Yazar

Remzi İnanç Yazar

Mahmut Fevzi Fırat

Diyar Fırat

Hasan Nuri Göçmen – Berpirsîyarê malpera Dengê Kurdistan

Mehmet Emin Eren

Cengiz Çakır Basın

 

About Post Author